Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêrê kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêrê kir

Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Klaus Streicher Konsulê Giştiyê Almanya li Hewlêrê kir.

Li gorî daxuyanîya ku li ser malpera fermî ya Mesûd Barzanî hatiye belavkirin;

Di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasiya navçeyê bi giştî û Iraq bi taybetî de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî xistin li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û bernameya karê hikumeta nû ya Iraqê.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser bi cîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di derbarê Şingalê kirin. Ewe jî ji bo vegerandina aramiya devera Şingalê û dawî hatina rewşa koçberiya xelkê Şingalê û vegerana wan ya li ser warên bab û bapîrên wan.

Her li vê hevdîtinê de Barzanî spasî hikumet û gelê Almanya kir ku li şerê dijî terorê da yarmetiya gelê Kurdistanê daye û peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Almanya bi dîrokî û dostane wesif kir.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.